Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Referandûm guhertineke erênî ya dîrokê ye

Dr. Salar Osman

Referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bûyereke mezin bû, bûyerek bû ne tenê ji bo me Kurdan, lêbelê ji bo cîranên me, û ji bo navçeyê û cîhanê jî. Bûyerek bû ku heya dinya hebe, ne Kurd û ne cîran, ne navçe û ne jî civaka navdewletî, gaveke wisa mezin bavêjin. Ji ber wê jî referandûm karekî hişmendiya dîrokî ya kurdan e ku hemû kes li hev kom kiriye.

Em dikarin bi gelek awayan behsa referandûmê, mesele, bûyer û karvedanên wê bikin, bi şertê ku em xwe ji berjewendiyên hizbî dûr bixin, yan jî ji berjewendiyên biçûk, ji ber ku mezinahiya bûyerê û dîtina biçûk a berjewendiyan me nagihîne têgihiştineke pak, herwiha yekî şaşomaşo dike, nemaze di mijarên mafên mirovan, azadî û demokrasiyê de.

Têgihîştina pak ew e ku kurdan di demeke dîrokî de xwestin ku di dîrokê de guhertineke erênî pêk bînin, lê bi mekanîzmayeke aştiyane û demokratîk, lê cîhan ne tenê bi slogan û prensîbên xwe ne rast bû, lêbelê Kurd êşandin, lê Kurdan wek hercar ev êş jî deras kirin.

Di tabloya tije serbilindî ya vê bûyera mezin a Herêma Kurdistanê de, di vê guhertina dîrokî ya erênî de, di rêza pêşî ya gelê westayî û maf binpêkirî de, Serok Mesûd Barzanî heye ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe terxan kiriye û cihekî mezin di dîrokê de girtiye.