Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî serperiştiya proseya yekxistina hêzên Pêşmerge dike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li prosêsa çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de, herweha rêkxistina Pêşmerge kir û ji bo vê mebestê jî aliyên pêwendîdar yên Serokatiya herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge radispêre, Komîteyek Taybet bo bidûvçûna prosêsê pêk bînin. Pêngavên praktîkî jî, di rêkxistina warên îdarî, yasayî û dariştina peykera wezaret, hêz û pêkhateyên Pêşmerge jî bavêj in.

Serokê herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge ji Serokatiya herêma Kurdistanê, ligel Wezaret, fermandar û piledarên Pêşmerge civiyan, ew jî bi mebesta ji nêzîk ve agahdarî pêngavên dawî yên prosêsa çaksaziyê di Wezaret û rêkxistina Pêşmerge de be.

Di civînê de, bi dirêjahî gotûbêj derbarê wan pêngavan hat kirin, ku di çarçoveya prosêsa çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de, heta niha bo rêkxistina Pêşmerge nehatine avêtin û ew kêşeyên tên pêşiya vê prosêsê, herweha çend pêşniyar jî hatin behskirin.

Di civînê de, spasiya hevkarî û piştevaniya Hevpeymanan bi taybet Amerîka, Brîtanya û Almanya hate kirin, ku ji bo serxistina vê prosêsê ji nêzîk ve ligel Wezareta Pêşmerge kar dikin. Herweha biryar hate dan, ku civînên dewrî bo bidûvçûnê û serxistina prosesê werin encamdan.