Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesûd Tek bo Polîtbûroya PDKê: Gelê Kurdistanê xwedî yek derd û yek armanc e

Hewlêr-KDP.info- Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek ji Polîtbûroya PDKê re got ku gelê Kurdistanê xwedî yek derd û yek êş û yek armanc e, ew jî jiyana bi serfirazî ye li ser axa Kurdistanê û gelê Kurdistanê ji kevin de daxwaza jiyana bi aramî û pêkvejiyana bi aştiyê dike.

Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek û şanda pê re kir. Di wê hevîdtinê de, Fazil Mîranî bixêrhatina şanda mêvan kir û behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêşhat û bûyerên dawî yên deverê jî kir.

Mîranî tekez kir ku PDK bi rêbertiya Serok Mesûd Barzanî piştevaniyê dike li mafên rewa yên hemû gelan dike, ji bo ku bighên mafên xwe bi rêya aştiyê û bê şer û tundiyê.

Herwiha Mîranî tekez kir ku destêxistin û destêwerdana di nava karûbarê navvxwe yê hev, ne ji prensîpên Hikûmeta Kurdistanê ye û ne jî ji karê partiyên siyasî yê Kurdistanê ye, di serî de jî PDK, lê eger alîkariyek pêwîst bike em amade ne alîkariya koçber û derbederan bikin, ew jî bê cudahiya olî û mezhebî.

Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî got ku, pêwendiyên 2 alî yên yên di navbera PDK û PSKê de dîrokî ne û her ji serî de ev pêwendî û têkelî di xizmeta gelê Kurdistanê de bûne, ji bo ku em bighên mafên xwe wek hemû gelên cihan.

Ji aliyê xwe ve, Mesûd Tek gelekî spasiya Polîtbûroya PDKê kir li ser pêşwaziya ku lê kirin û got ku gelê Kurdistanê xwedî yek derd û yek êş û yek armanc e, ew jî jiyana bi serfirazî ye li ser axa Kurdistanê û gelê Kurdistanê ji kevin de daxwaza jiyana bi aramî û pêkvejiyana bi aştiyê dike, ku ev jî ji karê herî girîng ê gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Herwiha Mesûd Tek got ku pêwendiyên di navbera PDK û PDKê de pêşkeftî û pir serkeftî ne û hêvî xwest ku Kurdistan her di nava pêşkeftin û geşekirdinê de be.”