Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em ji ber rewşa Iraqê gelekî dilgiran in..Nabe guhertina destûr li dijî mafê gelê Kurd be

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa niha ya Iraqê peyamek belav kir û tê de got, nabe guhertina destûr li Iraqê bê sepandin û ferizkirina yan bi zorê bê kirin û herwiha di heman demê de jî nabe guhertina destûr bibe sedema paşvekêşiyê ji prensîpên demokrasiyê û herwiha paşvekêşiyê ji mafên gelê Kurd û pêkhatên din.

Ev jî tekesta wê peyamî ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di derbarê rewşa siyasî ya niha li Iraqê û nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê li dijî Hikûmeta Iraqê, em gelekî dilgiran in ji bo vê rewşa ku derketiye û bi nerîna me tişta ku niha li holê heye ne ya îro ye û ji encama şaşiyên 15 salên derbasbûyî ye. Xelkê Iraqê êş û janeke zêde kişandine û ji mafê welatiyan e ku daxwazên wan hebin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ji bo vê yekê jî pêwîst e gûh bidin daxwaziyên xelkê. Bi tundutîjî û xwînrijtinê kêşe çareser nabin.

Herwiha yek ji pirsgirêkên mezin ên Iraqê bi cîhnekirina Destûrê Iraqê ye. Eger destûr wekî xwe hatibûya bi cîhkirin, gelek ji wan kêşeyan nedibûn ku berê û niha jî hene.

Ji aliyeke din ve sedema derketina rewşa niha li Iraqê, yasaya hilbijartinan e û ji bo nemana sedema girift û pirsgirêkan, divê yasaya hilbijartinê bi awayekî bê guhertin ku encamên wê nîşanana daxwazên rastîn û dadperwerane yên hemû pêkhateyan be.

Di derbarê daxwaziyên ji bo guhertina destûrê Iraqê, bi nêrîna me nabe guhertina destûr li Iraqê bê sepandin û ferizkirina yan bi zorê bê kirin û herwiha di heman demê de jî nabe guhertina destûr bibe sedema paşvekêşiyê ji prensîpên demokrasiyê û herwiha paşvekêşiyê ji mafên gelê Kurd û pêkhatên din.

Bêguman sîstema demokrasî zêdetir di berjewendiya xelkê Iraqê de ye, ne sîstema dîktatoriyê û hemû guhertinek jî pêwîst e di çarçoveya yasa û mekanîzmên destûrê de be.

Mesûd Barzanî
02.11.2019”