Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Her kesek ku qatilê xelkê bêguneh be, dê her bigihe cezayê xwe

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê kuştina serkirdeyê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî de peyamek belav kir û têde ragihand, “rast e kuştina Ebûbekir Bexdadî bandorê li lawazbûna terorîstan dike, lê belê kuştina Bexdadî nayê wateya bidawîbûna DAIŞê.”

Piştî kuştina Bexdadî bi fermî hate ragihandin, Serok Barzanî derbarê wê mijarê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bêguman her kesek ku tawanbar û qatilê xelkê bêguneh be, zû yan dereng dê her bigihe cezayê xwe.”

Serok Barzanî herwiha dibêje: “Rast e kuştina Ebûbekir Bexdadî bandorê li lawazbûna terorîstan dike, lê belê giring ev e ku hemû alî bi taybet civaka navdewletî agahdar bin ku kuştina Bexdadî nayê wateya bidawîbûna DAIŞê û pêwîst e hemû alî hişyar bin û hevaheng û berdewam bin di şerê li dijî terorê û nehêlana terorê de.”