Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Çoman PKK kesek revandiye..20 gund dagĂ®r kirine

Çoman-KDP.info- Qaymeqamê Çoman dibêje, çekdarên PKK welatiyekî Başûrê Kurdistanê revandine û niha 20 gundên Çoman di bin dagîrkariya wan de ne.

Ehmed Qadir Qaymeqamê Çoman ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK berdewam pirsgirêkan ji me re derdixe û PKK bûye sebeb ku Tirkiye berdewam navçeyên me bombebaran bike. 2 gundên Çoman di bin dagîrkeriya wan de ne. Berdewan teidê li xelkê Başûrê Kurdistanê dikin. Ev 10 roj in ku welatiyekî Çoman revandine, ku kadirekî PDKê ye û dixwazin girtina wî ji bo meramên siyasî bikar bînin, ku heya niha çarenivîsa wî winda ye.”

Qadir wiha got: “Em hêvî dikin ku PKK bi zûtirîn dem dest ji wan karên xwe berde û ew welatiyê ku ti gunehê wî tune ye bê azadkirin û êdî ziyanê neghînin navçeyê, ku ji ber wan PKK li navçeyê me dide û ti xizmetek naghê van navçeyan.”