Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heya niha 3 hezar û 56 penaber ji Rojava hatine Başûr

Hewlêr-KDP.info- Li gorî amarên dawî ji 9ê vê mehê û heya niha 3 hezar û 56 penaber ji Rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê û tenê şevê din zêdetirî 700 penaber hatine, ku alîkariyên sereke ji wan re hatine peydakirin û pêşwazî li wan hatiye kirin.

Rêveberê Data û Zanyariyan li Fermangeha Hevahengî û Kirîzan Elî Îsa ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji 9.10.2019 û heya niha 3 hezar û 56 penaberên Rojavayê Kurdistan berê xwe dane Herêma Kurdistanê, ku nahiyeya Berderwş a di navbera Hewlêr û Duhokê de ye, bicîh bûne û tişta ku ji wan re pêwîst be hatiye amadekirin û alîkariya wan hatiye kirin.”

Elî Îsa wiha got: “Tenê şevê din 725 penaber hatine Herêma Kurdistanê û eger şer berdewam be dê hêj penaber bên Herêma Kurdistanê. Em û saziyên navdewletî di pêwendiyan de ne ji bo ku alîkariya penaberan bikin, ji ber ku hejmara penaberan mezin e û pêwîst e Hikûmeta Iraqê û rêxistinên navdewletî alîkariya me bikin, soz dane ku alîkariya me bikin.”