Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Civîna Partiyên Başûr: Bila êrîşên ser Rojava bidawî werin û pirsgirêk bi aştî û diyalogê çareser bibin

Hewlêr-KDP.info- Partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê ku li ser daxwaza Serok Nêçîrvan Barzanî kom bûn, ji bo sekinandina êrişên li ser Rojava û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikaranîna rêya aştî û diyalogê, tekezî li ser xebata hevbeş kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, li gel serokên partiyên siyasî ku fraksîyonên wan li Parlamentoya Kurdistanê hene, civînek pêk anî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de rewşa Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û li hemberî vê rewşê girtina helwesteke hevbeş ji aliyê partiyên siyasî ve, hatin gotûbêjkirin.

Di wê civîna ku li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk hat de, tekezî li ser girîngiya yekhelwestiya aliyên siyasî li hember pêşhatên li herêmê û qonaxa hesas a ku Herêma Kurdistanê û Iraqê tê re derbas dibin, hat kirin.

Aliyên ku beşdarî civînê bûn, ragihandin ku divê di peywendiyên li gel Iraqê de ew xwedî helwesteke hevbeş bin û li ser bingeha misogerkirina mafên gelê Kurd, diyalog li gel aliyên siyasî yên Iraqê bê danîn.

Di wê civînê de êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û aloziyên li wê devera Kurdistanê rû didin jî hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser wê hat kirin ku Herêma Kurdistanê ji bo parastina gel û berjwendiyên divê polîtîkayeke rasteqîn bimeşînin.

Aliyên ku beşdarî civînê jî bûn, ji bo rawestandina êrişan, çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştî û diyalogê û herwiha misogerkirina mafên hemû pêkhateyên li Sûriyê, amaje bi seferberkirina hewldanên dîplomatîk yên hemû aliyan û hevbeşiya aliyên siyasî li hember van rûdanan hat kirin.

Aliyên ku beşdarî civînê bûn; Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Partiya Komela Îslamî (Komel), Partiya Yekgirtûya Îslamî (Yekgirtû), Hevpeymaniya Yekitiya Niştimanî, Partiya Geşepêd a Tirkmenan, Partiya Demokrat Sosyalîst a Kurdistanê, Tevgera Asûrî, Eniya Tirkmenî, Partiya Zehmetkêş û Kedkaran a Kurdistanê, Partiya Çaksazî ya Tirkmenan, Encûmena Gel a Asûrî-Suryanî, Lîsteya Gel, Lîsteya Ermeniyan.