Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Zêbarî: DAIŞ careke din li Sûriyê serî hildaye û metirsî li ser Iraqê jî heye

Duhok-KDP.info- Serfermandarê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, DAIŞ li Sûriyê careke din serî hildaye û dê bibe gefeke mezin li ser Iraqê jî.

Babekir Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêj ew şaneyên terorê yên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê bi dawî nehatine û DAIŞ li wir dîsa dest bi çalakiyên xwe kiriye û dîsa xwe rêxistin kiriye.”

Zêbarî wiha got: “Ew bûyerên li Qamişlo û Hesekê çêbûne, nîşan didin ku DAIŞ dîsa li wir bihêz bûne û ji ber şerê li Rojava DAIŞ dîsa serî hildaye û metirsî heye li ser Iraqê jî ku çekdarên wê ber bi Iraqê ve bên û dê ew yek bibe gef li ser deverên sînorî yên Iraqê.”