Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rêvebera Mafê Mirovan: Tişta ku li Rojava dibe tawankarek e bo mafê mirovan

Hewlêr-KDP.info- Rêvebera Giştî ya Desteya Mafê Mirovan Tavge Umer dilgiraniya xwe li hemberî rewşa mafê mirovan li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide û dibêje rêxistin û saziyên civaka navdewletî li hemberî vê rewşa xerab a Rojavayê Kurdistanê xemsar in.

Tavge Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek em dibînin gelek zarok di nava wî şerî de bûne qurbanî û gelek jin jî bûne qurbanî. Tişta ku tê kirin binpêkirina mafê mirovan e û berûvajî yasayên navdewletî ye, lewma pir girîng e ku sazî û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û welatên mezin kar bikin û Encûmena Asayişê biryareke bilez ji bo rawestina şer bide.”

Tavge Umer wiha got: “Tişta ku li Rojavayê Kurdistanê dibe tawankarek e derheqê mafê mirovan û gelek xelk koçber bûne. Rewşa wan koçberan jî pir xerab e û bê nan û av in û jiyana wan di metirsiyê de bûn, lewma jî divê civaka navdewletî karê xwe bikin li hemberî wan tawanan.”

Umer wiha got: “Sazî û rêxistinên navdewletî roleke ektîv nabînin û nikarîne wan tawanan bikin belge.”