Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Biryar e mezintirîn karwanê mirovî ji Herêma Kurdistanê biçe Rojavayê Kurdistanê û berpirsê pêwendiyên PDK-Sê jî dibêje, rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê pir xerab bûye û gihîştiye asteke metirsîdar, ku pêwîstiya koçberan bo alîkariya bilez heye.
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê Berpirsê Pêwendiyên PDK-Sê Seîd Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asteke pir metirsîdar û hejmareke mezin koçber bûne, ku zêdetirî 100 hezar kes koçber bûne û rewşa wan pir xerab e û pêwîstiya wan bi alîkariya bilez heye.”
Li gorî zanyariyên malpera KDP.info dê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî di nava van herdû rojan de mezintirîn karwana alîkariyên mirovî bighîne Rojavayê Kurdistanê û bi ser koçberan de belav bike.”