Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Divê êdî xelkê bêguneh yê Rojava baca vê rewşê nedin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand, berdewambûna şer û wê rewşa metrisîdar, gefeke gelekî cidî ye ser jiyana xelkê û herwiha ewlehî û aramiya tevahiya navçeyan armanc dike.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Tevî ku di dema derbasbûyî de me gelek hewl dan ku şer û nearamî ji gelê Kurd li Sûriyê dûr bikeve û êdî êş û karesat rû nedin, lê mixabin di çend rojên derbasbûyî de navçeyên Kurdan ki bakurê Sûriyê rastî êrîş û rewşeke metirsîdar bûne.

Berdewambûna şer û wê rewşa metrisîdar, gefeke gelekî cidî ye ser jiyana xelkê û herwiha ewlehî û aramiya tevahiya navçeyan armanc dike.

Ji vir de bi pêwîstî dizanim ji xelkê xweragir ê Kurdistanê û ji partiyên siyasî re rabigihînim ku sedemên wî şerî her çi dibin bila bibin û her aliyek xemsar bûbe yan destê wê di vê rewşa tirsanek de hebûbe, niha dem ne dema muzayedeyên vala û hêrisbûnê ye. Dema wê yekê ye ku em hemû, çi ji destê me tê, ji bo nehiştina vê rewşa metirsîdar bikin, da ku şer nemîne û êdî xelkê bêguneh baca vê rewşê nedin û pêşiya guhertina demografî ya wê deverê jî bê girtin.

Mesûd Barzanî

12.10.2019.”