Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Konsulê Amerîka rewşa Iraqê gotûbêj kirin


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Amerîka li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa rewş û aloziyên vê dawiyê yên Iraqê kirin.
Îro Çarşema 09.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Steven Fagin Konsulê Amerîka li Hewlêrê kir.
Di vê civînê de di derbarê rewşa Sûriye û egera rûdana şer û karesatan guftûgoyên hûr û eşkere hate kirin û Serok Barzanî carekî din dilgiraniya xwe ya kûr ya li egera rûdana karesatan ji bo Kurdên Sûriye derbirî û daxwaz kir Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê, ji bo parastina gelê Kurd rola xwe bibînin.

Serok Barzanî di vê hevdîtinê de ronahî kir ku gelê Kurd li çarçêweya şerê dijî terorê da qurbaniyeke zêde daye û niha em li çaverê dikîn Amerîka û Hevpeymanan û civaka navdewletî rê nedin li ber çavên wan gelê Kurd tuşî karesateke din bibê û li vî derbarî de berpirsiyariya mezin dikevê ser milê Amerîka û Hevpeymanan.

Her di vê hevdîtinê de behsa girjî û aloziyên vê dawiyê yên parêzgehên Iraqê kirin û Serok Barzanî got ku em li gel wê yekê de ne ku daxwaziyên şeriyên xelkê bêne cîbicîkirin, di heman demê de dijî kesên berpirsiyariya gendeliyên berê bixin stûyê hikûmeta niha û hinek kesên rabûyî ku ew bi xwe berpirsê rewşê ne, niha ji bo dijayetiya Serok Wezîr dixwazin suwarê lehiya nerazîbûna xelkê bin û li vî derbarî de piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî dûpat kir.