Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê li çareyekê digerin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Em dê hemû hewlan bidin, da ku xelkê Rojavayê Kurdistanê nebin qurbaniyên ti karesateke din.”

Serok Barzanî di vê peyama xwe de dilgiraniya xwe li hember pêşhatên nû yên derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de tîne ziman û dibêje: “Em gelek ji geşedanên vê dawiyê yên Rojavayê Kurdistanê dilgiran in.”

Serok Barzanî dibêje: “Emê hemû hewlan bidin, daku piştrast bin ku xelkên Rojava nabin qurbaniyê ti karesateke din.”

Serok Barzanî wiha jî dibêje: “Ji bo dîtina çareyekê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê re em pêwendiyan dikin.”