Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û siyasetmedarê Iraqê Dr. Eyad Elawî civiyan û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin ku ew piştgiriyê li hikûmeta Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dikin.
Îro Dûşema 07.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî û Dr. Eyad Ellawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê civiyan.
Di civînê de bi dûr û dirêjî rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên rojevê û rûdan û aloziyên vê dawiyê ya Bexda û çend parêzgehên dinê Iraqê guftûgo kirin û li ser van xalan rêkkeftin:
Yekem: Ji bilî li rêya destûrî û li gor prose û mekanîzmên demokratî nabê hîç rêyeke din ji bo guhertina proseya siyasî hebê û her cûre guhertinek ji derveyê van çarçeweyan nayê qebûlkirin.
Dûyem: Em piştevaniyeke tevahî ya hikûmeta niha ya Iraqê ya bi Serokayetiya birêz Dr. Adil Abdulmehdî dikin û daxwaz jî dikîn hewleke tevahî ji bo pêkanîna aramî û kontrola rewş û sizadana gendelkaran û her wiha ewên bûne sedema xwînrijandina xelkê bêtawan bide.
Sêyem: Em axwaz dikin parêzgerî li selametî û kerameta gelê Iraqê û hemwelatiyan bê kirin û li hemû pêkhat û çînan û li hemû warên pêwîst da hemahengiyeke tevahî li navbera me da hebê.
Çarem: Em serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên van rûdanan û zulmlêkiriyan dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn girîngiyeke tevahî bi qurbanî û birîndaran û qerebukirina wan bide.