Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“PKK rewşa Başûr û parastina malên xelkê wê li berçav nagre”

Akrê-KDP.info- Ligel hatina demsala Payizî, gundî serdana gundên xwe yên ser sînor dikin, bi mebesta çinîna berhemên xwe yê îsal, lê ji ber hebûna PKK welatî nikarin bighên gundên xwe.

Derbarê wê pirsgirêkê, Berpirsê Şaxa 19 ya PDKê li Akrê Sebah Beytûla ji malpera KDP.info re ragihand: “Nêzîkî 20 gundên devera Akrê ji ber hebûna navendên PKKê nehatine avedankirin û xelkê wan gundan jî li derdora Akrê bicîh bûne. Ji wan gundan bi dirûstî 13 13 gund vala bûne û hejmareke gund jî metirsî li ser wan heye.”

Ev hefteyek e ku balafirên Tirkiyê berdewam li gundên ser bi Dînarte ya Akrê didin, ew jî bi hênceta hebûna PKK li navçeyê, ku metirsî li ser gundiyan dirşûst kiriye.

Sebah Beytûla wiha got: “Eger PKK li navçeya ser sînor nebe, bêguman hicet nakeve destê Tirkiyê ku bi balafiran li navçeyên me bide, lê PKK rewşa Herêma Kurdistanê û parastina mal û milkê xelkê Kurdistanê li berçav nagre, lewma jî xelkê sivîl dibin qurbanî şerê PKK û Tirkiyê.”