Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: PDK dixwaze Kurdistaneke bihêz ava bike

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê di xula çarem a Parlemantoya Kurdistanê civiya û di wê hevîdtinê de tekezî kir li ser daxwaza PDK ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz.

Îro Şemiya 28.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li xula çarem a Parlementoya Kurdistanê civiya.

Di vê civînê de Serok Barzanî spas û destxweşiyê li erk û keda Endamên Fraksiyonaî PDK li xula çarema parlemantoyê kir û tekez li wê yekê kir ku Fraksiyona PDK li xula pêşûya parlemen di rewşeke hestiyar û dijwara siyasî de karê xwe bi başî encamda ye û keda wan cihê pêzanînê ye.

Her di vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste ser proseya siyasiya Kurdistanê û daxwaza Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo hengavên berev Kurdistanekî bihêz şîrove kir.

Di beşeke dinê vê civînê da Serok Barzanî nêrîna xwe ya li ser guftûgo û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo amadebûyan xisterû.