Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Seroka Parlementoya Kurdistanê: Referandum mafekî sirûştî û herdemî yê gelê Kurdistanê bû

Hewlêr-KDP.info- Seroka Parlementoya Kurdistanê, Rêwas Fayîq bi helkefta duyemîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê ragihand, mafê serxwebûnê mafekî sirûştî yê gelan e û referandum jî rêbazeka serekî ya bi destxistin û daxwazkirina wî mafî ye.

Seroka parlementoya Kurdistanê, Rêwas Fayîq di civîna îro ya parlementoyê de bi helkefta duyemîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê peyvek pêşkêş kir.

Rêwas Fayîq di gotara xwe de got, roja referandomê jî û niha jî em di wê baweriyê de ne ku mafê her gel û miletekî heye bi destê xwe qedera xwe destnîşan bike, mafê serxwebûnê jî mafekî sirûştî û herdemî yê wî gelî ye.

Rêwas Fayîq her wiha got, referandom û rapirsî jî rêbazeka serekî ya bi destxistin û daxwazkirina wî mafî ye.

Seroka parlementoya Kurdistanê, her wiha ragihand ku gelê Kurdistanê her dem alîgirê aşitî û diyalogê bûye û got, beriya referandomê û piştî referandomê jî serkirdetiya Kurdistanê têkestî li ser diyalog û danûstandin bi Bexdayê re kir. Niha jî gelê Kurdistanê bi heman awayî daxwaza çareserkirina hemû arîşeyan dike li ser esasê Destûrê Iraqê ku êdî mafên me neyên binpêkirin.