Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mehmûd Mihemed bo medyayên Kurdistanê: Asayişa civakî û nirxên netewî biparêzin

 

Duhok-KDP.info- Endamê Polîtbûroya PDKê û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê Dr. Mehmûd Mihemed daxwaz ji medyakar û rojnamevan û hemû dezgehên ragihandonê yên Herêma Kurdistanê dike ku asayişa civakî û pêkvejiyanê biparêzin û rêzê bigrin li nirxên netewî û niştimanî.

Dr. Mehmûd Mihemed di yekemîn festîvala Xanê ya li bajarê Duhokê, ku îro 21.9.2019 birêve çû, gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand: “PDK wek hêzeke resen a siyasî û civakî û xwedî hizra netewî, her ji destpêka avabûna xwe de dizanîbû ku medya û ragihandin dikarin roleke girîng di hoşyariya mirovê Kurd de bibîne, ku Kurd hoşyar bin li hemberî mafên xwe yên rewa û herwiha mirovê Kurd agahdar bibe ji rewşa civakî û siyasî û ferhengî û rewşenbîrî ya cîhanê. Jibilî wê jî PDK dizanîbû ku ragihandin dikare xewn û hêvî û oêmîdên gelê Kurd yê di bin zilmê de, bighîne tevahiya cîhanê.”

Mihemed wiha got: “Divê dezgehên ragihandinê yên Kurdistanê kar bikin ji bo rewşenbîriya siyasî û bihêzkirina kiltûrê pêkvejiyanê û hevqebûlkirinê û dewlemendkirina ferhengê me yê netewî, nehiştina gotar û karên tundiyê û hezkirina navçeyî. Divê ew dezgeh kar bikin li ser bihêzkirina bingehên demokrasiyê û nirxên azadiya miroz û mafên mirovan û mafê jinan û pêşxistina civakê û avakirina civakeke saxlem. Bila kar bikin li ser wê yekê ku ciwanên me hej ax û welatê xwe bikin. Bila asayişa civakê û pêkvejiaynê biparêzin û rêzê bigrin li nirxên netewî û niştimanî, û li ser vê bingehê jî mirovê Kurdistanî ava bikin. Pêwîst e ferheng û kiltûrên cîhanê û bi taybetî jî yên welatên pêşkeftî bighînin mala mirovê Kurdistanî.”