Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî rewşa Iraqê guftûgo kirin

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Mihemed El Helbûsî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser parastina aramiya siyasî û aramiya emnî ya Iraqê û girîngiya berdewamiya diyaloga Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan li çarçêweya destûra Iraqê da kirin.

Li civîna ku nîvroya îro pênçşem 19/09/2019 li Hewlêrê de, her dû alî karê Parlemenî û yasadanan û babeta budçeya giştî ya sala nû ya Iraqê û proseya avadankirina cihên ziyan berketiyên şerê terorê xistin ber behs û tîşk xistin li ser rewşa koçberên Iraqiyan li wargehên Herêma Kurdistanê û paşaroja wan û çawayiya vegerandina wan ya cihên wan.

Peywendiyên Iraqê li gel welatên navçeyê û cîhanê û pêşhatên siyasî û emnî û rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê civîna Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Nûnerên Iraqê bû.