Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê rewşa Iraqê û ya navçeyê gotûbêj kirin


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlamentoya Iraqê) kir û di wê hevîdtinê de herdû aliyan rewşa Iraqê û ya navçeyê û pêwesndiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.


Îro Pênçşema 19.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed El Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de ku Hêmin Hewramî Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê amade bû, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên Hewlêr û Bexda gotûbêj kirin.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser sûdwergirtina ji vê rewşa erênî kirin ku di peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye holê. Ew jî ji bo çareserkirina bingeh a kêşe û giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku di bin ronahiya Destûrê Iraqê de be. Ji bo vê mebestê jî tekezî li ser berdewamiya peywendî û şêwirên herdû aliyan kirin.