Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê Matyo Tiyûler civiyan û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê gotûbêj kirin û herdû aliyan tekez kirin li ser berdewamiya danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, nexasim jî pirsa navçeyên madeya 140.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser hewlên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel Hikûmeta Iraqê.

Herwiha herdû aliyan tekez kirin li ser berdewamiya danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, nexasim jî pirsa navçeyên madeya 140 û pirsa para Herêma Kurdistanê ji bûdceyê Iraqê û pirsên petrolê û parêzgeha Kerkûkê.

Di civînê de herdû aliyan behsa metirsiya serhildana terorê û tundiyê li navçeyê kirin, ku hêj piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst e.

Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka rewşa siyasî û pêşkeftinên li Herêma Kurdistanê û pirsa koçberan û penaberan û çawaniya vegera wan bo ser mal û cihên wan, rewûa pêkhateyan li Herêma Kurdistanê û serdana Balyozê Amerîka bo Kela Hewlêrê û hevkariya Amerîka ya kiltûrî bo Herêma Kurdistanê, gotûbêj kirin.