Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başûr û Rojavayê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî hişyariyê dide ku DAIŞ xwe rêk dixe û li navçeyê belav bûne û eger heye ku erd û navçeyan bigrin.
Nûrî Heme Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “Berê çekdarên DAIŞê li sînorê Kerkûkê hatibûn bêdengkirin, lê li navçeyê hebûn. Ragihandina bidawîhatina DAIŞê ji aliyê serokwezîrê berê yê Iraqê, tenê propagendeya hilbijartinan bû, û niha çekdarên DAIŞê dîsa xwe rêk xistine û di çarçoveya girûpên biçûk de tevgerê dikin.”
Wî berpirsê Pêşmerge wiha got: “Metirsî heye ku ew girûpên DAIŞê cardin hev bigrin û wê demê dê DAIŞ pir bihêz bibe û metirsî heye ku destê xwe deynin ser navçeyên Kerkûkê û têkevin çeperan de. Bilez çareseriyek neyê dîtin dê wek berê bihêz bibin û dê metirsiya wan mezin be.”
Nûrî Heme Elî wiha domand: “Hêzên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ha ji wê tevgera DAIŞê hene û eger bilez ew yek neyê çareserkirin dê erd û navçe bikevin destê wan de, nexasim jî ew navçeyên ku di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de ne, ku pêwîst e hêzên hevbeş li wir bicîh bibin.”