Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parêzgarê Hewlêrê yê nû sunda yasayî xwar

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê yê nû, Ferset Sofî îro di merasimekê de li pêşiya Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî sunda yasayî xwar û bi fermî weke parêzgarê Hewlêrê dest bi kar kir.

Îro Duşema 16ê Îlonê, li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê, merasima sundxwarina yasayî ya Parêzgarê Hewlêrê yê nû Ferset Sofî hat lidarxistin.

Di merasimekê de, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed jî amade bû.

Ferset Sofî li pêşiya Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî sunda yasayî xwand û bi vê yekê weke parêzgarê Hewlêrê yê nû dest bi kar dike.

Nêçîrvan Barzanî bi boneya destbikarbûnê pîrozbahî li Ferset Sofî kir û hêviya serkevtinê jê re xwest, herwiha spas û pêzanînên xwe bo kar û xizmetên parêzgarê Hewlêrê yê berê, Newzad Hadî jî nîşan da.