Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ji ber PKKê valabûna gundên Başûrê Kurdistanê berdewam e

Duhok-KDP.info- Welatiyên Qeserê bê kareba û rê û pir mane. Rêveberê Nahiyeya Qesrê Şaxewan Husên jî ragihand, ji ber PKKê balafirên Tirkiyê li nahiyeya Qeserê didin û ji ber wê yekê jî 60 mal ji gundên xwe bar kirine û ziyaneke mezin gihaye kareba û riyên wan.

Şaxewan Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Balafirên Tirkiyê çend gundên sînorê Qesrê bombebaran kirin. Ew bombebaran ji ber PKKê ye û ziyaneke mezin gihîştiye xelkê wan gundan. Bobebaran ji ber PKKê bûye û ziyaneke mezin giştiye xelkê wan gundan. Herwiha xetên karebayê qut bûne û riyên sereke hatine qutkirin.”

Husên wiha got: “Ziyaneke madî jî gihîştiye xelkê wan gundan û zêdetirî 60 malbat ji gundên derdora Qeserê bi temamî ji malên xwe bar kirine. PKK bûye pirsgirêkek ji xelkê sînorê yên Başûrê Kurdistanê. Xelk daxwaz dikin ku PKK li navçeyên wan nemînin, ji ber ku sedema Tirkiye ji ber PKK li gundên me dide.”