Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PAK: Şoreşa Îlonê hêvî û baweriya netewî careke din li herçar perçeyên Kurdistanê vejand

Amed-KDP.info- artiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku Bakurê Kurdistanê ye, bi boneya salvegera berpabûna Şoreşê Îlonê peyamek belav kir û tê de ragihand, Şoreşa Îlonê pêl û bahozeke xurt û mezin bû ku ev ewrên reş ji ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê dûr xist û hêvî û hest û bîr û baweriya netewî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê vejand.

Peyama Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

“Îro 58emîn salvegera Şoreşa Îlonê ye. Di 11ê Îlona 1961ê de bi rêberatiya Mele Mistafa Barzaniyê nemir Partiya Demokrat a Kurdistanê, gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî Dewleta Iraqê serî hilda.

Piştî ku berxwedana Dêrsimê bi jenosîdeke mezin hate pelçiqandin û piştî ku Komara Kurdistan (Komara Mehabadê) hate rûxandin, demeke dirêj ewrên reş, bêdengî û şikestineke mezin xwe berda ser ezmanê herçar perçeyên Kurdistanê.

Şoreşa Îlonê, pêl û bahozeke xurt û mezin bû ku ev ewrên reş ji ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê dûr xist; hêvî û hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê vejand.

Şoreşa Îlonê şoreşa herçar perçeyên Kurdistanê bû. Şoreşa Îlonê li her çar perçeyên Kurdistanê, li her çar aliyê cîhanê ji nû ve agirê vejîna Kurdayetîyê pêxist.

Piştî Şoreşa Îlonê bi 9 salan, piştî serîhildana gelê me ya qehremanane, Dewleta Iraqê paşde gav avêt û naçar ma ku li gel Mele Mustafa Barzaniyê nemir rûne.

Roja 11.03.1970an Rêberatiya Şoreşa Başûrê Kurdistana (Partiya Demokrat a Kurdistanê) û Dewleta Iraqê Peymana Otonomiyê îmza kirin, ku mafên gelê Kurdistanê yên îdarî, siyasî, aborî û çandî hatin naskirin û sîstema otonomiyê, ango sîstema xwe birêvebirinê hate damezrandin.

Em di 58emîn salvegera Şoreşa Îlonê de, bi hest û bîr û baweriyên xwe yên netewî, niştimanî Şoreşa Îlonê weke şoreşa xwe dibînin û Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû şehîd û kedkarên Şoreşa Îlonê bi giramî bibîr tînin.”