Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: PDK dikare pêşeroja gelê Kurdistanê baştir bike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî dibêje, derfeta serkeftinên mezin li pêşiya PDKê ne û PDK dikare pêşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê bidest ve bîne.

Îro 11.9.2019 bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî û bi beşdariya hejmareke serkirde û berpirs û kadirên PDKê, konferansa bi navê (PDK di naba guhertinan de, nirxandina rewşa niha û danîna danîna nexşeyekê ji bo pêşerojê) birêve çû.

Di wê konferansê de Nêçîrvan Barzanî gotinek pêşkêş kir û tê de ragihand: “Derfeta serkeftinên mezin li pêşiya PDKê ne û em dikarin pêşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê bidest ve bîne. Wek mînak jî tişta ku me kir di salên derbasbûyî yên dijwar de, ku PDK tevî wan hemû zehmetiyan û aloziyan û astengiyan karî di çarçoveya Hikûmeta Kurdistanê de roleke pêşeng bibîne di parastin û avakirina welat û birêvebirina Herêma Kurdistanê de, ku PDK bû parêzerê Kurdistanê û destkeftinên gelê Kurdistanê.”