Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Mexmûrê 10 terorîst hatin kuştin

Mexmûr-KDP.info- Li sînorê Mexmûrê di encama lêdana balafirên Hevpeymaniya Navdewletî de 10 terorîstên DAIŞê hatin kuştin. Hêzên Pêşmerge jî dibêjin tevgera DAIŞê bihêz bûye.

Çavkaniyeke berpirs ji Eniya Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li Mexmûrê dest bi tevgerê kirine û Hevpeyamniya Navdewletî jî bi hûrî çavdêriya zêdebûna tevgera wan dike, ji ber ku ew terorsît li hejmareke gundên navçeyê belav bûne û li Mexmûrê bi girûp diçin û tên.”

Wê çavkaniyê wiha got: “Duhî balafirên Hevpeymaniya Navdewletî li nêzîkî gundê Girdereş ê ser bi Mexmûrê ve li karwaneke çekdarên DAIŞê dan û di encamê de 10 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û gelek ziyan gihîşt wan.”

Heman çavkaniyê wiha domand: “Hejmareke gundên ser bi Mexmûrê ve ji ber metirsiya DAIŞê vala bûne û ew navçeyên ku dûrî cadeya sereke ne, zêdetir DAIŞê di wan de ye û cihê xwe çêkirine û çalakiyan dikin.”