Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şêx Şamo: Êzdî hêviyeke mezin bi hikûmeta nû ya Kurdistanê dibînin

Duhok-KDP.info- Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Şêx Şamo dibêje, Êzdî hêviyeke mezin bi kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibînin, lewma jî pêwîst e bi bandor di hikûmetê de beşdar bin.

Şêx Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Êzdî hêviyeke mezin li cem wan heye ku di kursiyên parêzgeha Duhokê de paran wan jî hebe. Lewma jî em bawer dikin ku hikûmeta nû dê mameleke baş bi Êzdiyan re bike.”

Şamo wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku di kursiyên Hikûmeta Kurdistanê de taybetmendiya Êzdiyan tê liberçavgirtin. Niha em hewl didin ku Êzdî zêdetir mafê xwe werbigrin.”