Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê bang li Tirkiye û PKKê dike: Êdî ziyanê neghînin xelkê me

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir ku nebin sedema ziyangihandina welatiyên Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin, “Mixabin îro di encama bombebaranabalafirên Tirkiyê li quntara Çiyayê Qendîlê, çend welatên Başûrê Kurdistanê birîndar bûne û ziyanên madî çêbûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe bo ziyandîtiyên wan navçeyan diyar dike û dilgiran e ji ber wanbobebaranan.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî dike ku divê silametiya welatiyên Herêma Kurdistanê bê parastin û nabe xelkê Kurdistanî bibin armanca bobebaranan.

Herwiha Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyê de daxwaz ji PKKê dike ku rewşa welatiyên me û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û zêdetir nebe sedema ziyanê ji xelkê Herêma Kurdistanê re.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê gotin, “Em daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê û çekdarên PKKê dikin nebin sedema ziyangihandinê bo welatiyên Herêma Kurdistanê.”