Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şandek ji Wezareta Pêşmerge ji bo mûçeyê Pêşmerge diçe Bexdayê

 

 

Hewlêr-KDP.info- Biryar e di çend rojên bê de şandeke pilebilind ji Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjkirina pere û mûçeyên Pêşmerge û ji bo gotûbêjkirina tevgera DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140.

Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hoşyariyê di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Babekir Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Şandek ji Wezareta Pêşmerge dê di çend rojên bê de serdana Bexdayê bike û ligel Wezareta Bergîriyê ya Iraqê bicive. Ew şand dê li Bexdayê pirsên pere û mûçeyên Pêşmerge û birîndarên şerê DAIŞê û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî, gotûbêj bike.”

Lîwa Babekir wiha got: “Li hinek navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, DAIŞ dest bi tevgerê kirine û em dixwazin hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de hebe ji bo nehiştina wê tevgera DAIŞê, ku em zanyariyan bidin hev li ser tevgera DAIŞê.”