Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê cejnên xwe kirine boneyek ji bo pêkvejiyan û lêborînê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê pîrozbahî li Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê kir û di peyamekê de got, gelê Kurdistanê cejnên xwe kirine boneyek ji bo pêkvejiyan û lêborînê.

Deqa peyamê:

“Bi boneya hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîd, enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman û heciyan û ziyarekerên mala xwedê û tevahiya Misilmanan li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im cejn ji hemû aliyan re cihê xêr û xweşiyê be.

Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên olî û netewî, her cejn û bîranînê xwe kirine boneyek ji bo tekezkirina li pêkvejiyan, lêborîn, tebayî û nîşandana tabloyên ciwan ên wê culture û nirxên buha yên Kurdistanê. Hêvîdar im ev cejn û cejn û bineyên bê jî bibin cihê kûrkirin û parastina wê culture û bihayên mirovî û bibin handerek ji bo bihêzkirina zêdetir a yekrêzî û bi hev re karkirinê ji bo dahatûyeke baştir ji me hemûyan re.

Daxwazkaram em hemû hevkar bin bi peyrewkirina rênimayên hatûçûnê, parastina jiyan, selametiya welatî û geştiyaran û mêvanên jîngeh û xwezaya Kurdistanê. Hêviya cejneke xweş û bihnvedaneke aram ji hemûyan re dixwazim.

Dubare Cejna Qurbanê li hemûyan pîroz be û hemû salek bi xweşî.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

10.08.2019”