Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Konsulê Îranê pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê gotûbêj kirin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li Konsulê Nû yê Komara Îslamiya Îranê yê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî kir û di civînekê de “herdu aliyan behsa pêşxistina pêwnediyên navbera Hewlêr û Tehranê bi taybet di warê aborî de kirin.”

Di civîna îro de ku li Hewlêrê hat encamdan, Konsullê Komara Îslamiya Îranê, pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wî û kabîneya nû ya hikûmetê re xwest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî di vê hevdîtinê de bi xêr hatina Konsulê Nû yê Îranê yê li Hewlêrê kir û di erkê nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Herdu aliyan di vê hevdîtinê de, “pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê di hemû waran de û bi taybet jî di warê aborî de gotûbêj kirin.”