Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlamentoya Kurdistanê 3ê Tebaxê weke “Roja Jenosayda Êzdiyan” diyar kir

Hewlêr-KDP.info- Di civîna îro de, Parlamentoya Kurdistanê bi fermî roja 3ê Tebaxê weke “Roja Jenosaydkirina Kurdên Êzdî” nas kir.

Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzdî de, Parlamentoya Kurdistanê îro biryarek da.

Parlamentoyê di civîna xwe ya îro Şemiyê de, bi dengê 87 parlamenteran, roja 3ê Tebaxê weke roja “Cenoyaskirina Kurdên Êzidî” nas kir. Herwiha ew biryar ji çend birgeyan pêk tê, ku qerebûkirina qurbaniyan û avakirina navçeya Şingalê li xwe digre.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzdî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzdî jî êxsîr kirin û heya niha çarenivîsa 2 hezar keç û jinên Êzdî winda ye.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzdî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.