Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Karesata hat serê Şingalê jenosayd bû

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya 5mîn salvegera karesata Şingalê û êrîşa hovane ya DAIŞê li ser Kurdên Êzdî, peyamek belav kir û tê de got, Ew karesata ku terorîstên DAIŞê bi ser xelkê Şingalê de anîn, li gor hemû pîvanan ew karesat jenosayd e û pêwîst e li navxwe û derve hewlên zêde bên avêtin ji bo bi jenosaydnasandina wê karesatê û peydakirin û vegerandina revandiyan û herdû Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bigihin rêyeke hevbeş ji bo avadankirina Şingalê.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Roja 3.8, em bîranîna karesateke dilhejîn dikin. Ew karesata ku terorîstên DAIŞê bi ser xelkê Şingalê de anîn, li gor hemû pîvanan ew karesat jenosayd e û pêwîst e li navxwe û derve hewlên zêde bên avêtin ji bo bi jenosaydnasandina wê karesatê û peydakirin û vegerandina revandiyan û herdû Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bigihin rêyeke hevbeş ji bo avadankirina Şingalê û îdareya Şingalê li dest xelkê bajar de bê.

Karesata Şingalê dirêjiya karesatên din e ku bi ser gelê me de hatine û gelê me her bi zîndî maye. Em careke din tekez dikin ku xuşk û birayên Êzdî beşeke veneqetiyayî ne ji gelê Kurdistanê û em bi hemû awayekî piştevaniya wan dikin.

Di salvegera karesata Şingalê de, silav ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê û wan Pêşmergeyên qehreman ên ji bo bergirîkirin û azadkirina Şingalê canê xwe gorî kirin.

Mesûd Barzanî
03.08.2019”