Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Newaf Reşîd: Ji ber PKKê metirsiyeke mezin li ser Rojavayê Kurdistanê heye

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Berpirsê Ofîsa ENKSê li Herêma Kurdistanê dibêje, metirsiyeke cidî li ser Rojavayê Kurdistanê heye ku Tirkiye êrîş bike ser û wek Efrîn dagîr bike, lewma jî PKK bûye nexweşiyeke mezin di laşê Kurdan de, ku li her derekê destkefteke Kurdan hebe kar dikin ji bo têkdana wê û karê wan ê sereke jî dijayetiya projeya netewî bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî ye.

Newaf Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK bûye nexweşiyeke mezin û ketiye laşê Kurdan de. Wek şêrpenceyê ye. Li her cihekî destkeftên Kurdan hebin ew dijayetiya wê dikin û kar dikin ji bo têkdana wê. Karê wan ê sereke jî dijayetiya projeya netewî bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî ye, ku ev jî cîbicîkirina pilana welatên dijmin e.”

Reşîd wiha got: “Niha PKK hemû karekî dike ji bo ku welatan bikşînin nava perçeyên Kurdistanê û Kurd herdem di nava şer de bin, lewma jî dema wê yekê hatiye ku şoreşek li dijî PKK jî bê kirin û ji hemû perçeyên Kurdistanê derkevin. Eger ew yek pêk neyê dê Kurdistan rastî şerekî mezin bibe û niha metirsiyeke mezin ji ber PKKê li ser Rojavayê Kurdistanê heye. Li Rojavayê Kurdistanê bi ti awayî şer ne di berjewendiya Kurdên Rojava de ye.”

Wî berpirsê ENKSê wiha got: “Eger PKK rast dibêje û armanca wan xebat e ji bo gelê Kurd, bila biçin Bakurê Kurdistanê û li wir xebatê bikin, ne bên û pirsgirêkan ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê re derxînin. PKK hincetê dide welatan ku êrîş bikin ser me û rewş wisa bimîne dê Tirkiye hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê wek Efrînê dagîr bike.”

Newaf Reşîd wiha domand: “Gefên Tirkiyê cidî ne û metirsî ne heya ku PKK li Rojavayê Kurdistanê be.”