Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Apo: Dê rola Kurdan di civînên bê yên Asîtana de hebe

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Biryar e destpêka meha bê gereke din ji civînên Asîtana li Kazaxistan birêve biçe û serkirdeyekî PDK-Sê jî dibêje, dê rola Kurdan di wan civînan de hebe.

Serkirdeyê PDK-Sê Ebdulrehman Apo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hemû ew civînên ku li Cinêf û Suçî û Asîtana birêve diçin, ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê ne. Civînên Cinêv û Sûçî jî rawestane û tişta ku maye civînên Asîtana yem, ji ber ku çareseriyek heye ji bo rewşa Sûriyê û ew çareserî jî amade ye û ew çareserî li dê li gorî biryarên navdewletî ne, û pêwîstî bi hewlên taybet ji bo rewşa Sûriyê heye.”

Ebdulrehman Apo wiha got: “Pilana çareseriyê amade ye, dixwazim bêjim cîbicîkirina wê di destê Amerîka û Rûsya de ye û ew dê biryara dawî li ser bidin.”

Apo wiha domand: “Kurd dê di civînên bê yên Asîtana de di meha bê de beşdar bin û dê rola Kurdan hebe di pêşeroja Sûriyê de, ji ber ku biryara navdewletî heye li ser çawaniya birêvebirina Sûriyê, di nav de jî çareserî ji bo pirsa Kurdî li Sûriyê jî amade ye.”