Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya guhertinên navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa siyasî û guhertinên navçeyê gotûbêj kirin.

Îro Çarşema 17.07.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya John Wilkes Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku James Thornton Konsolê Giştî yê nû yê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Brîtanya xweşhaliya xwe bi wê guhertinên erênî ragihand ku li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û her wiha pêşveçûna peywendî û danustandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rûdaye û wekî hêviyek da zanîn. Balyozê Brîtanya palpiştiya welatê xwe jî ji bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dûpat kir. Herwiha balkişand li ser daxwaza Brîtanya ya li pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî peywendî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya bi girîng wesif kir û hêvî xwest ew peywendî berev pêşve biçin û hêviya serkeftinê jî li erk û karê nû yê Konsolê Giştî yê nû Brîtanya li Hewlêrê xwest.

Rewşa siyasî û guhertinên li ser asta herêmî û navdewletî û her wiha guftûgokirina gefên terorîstên DAIŞê û metirsiyên dûbare derketina wan, mijareke dinê vê civînê bûn.