Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Têgiheştineke gelekî baş ji bo çareseriyê li Bexdayê heye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku di civînên wî de ligel berpirsên Iraqê de, têgiheştineke gelekî baş ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebû.

Piştî ku civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Mehemed Helbûsî bidawî hat, Mesrûr Barzanî bo dezgehên rojnamevanan re axivî.

Mesrûr Barzanî herwiha got, piştî civîna dawî ya Hikumeta Kurdistanê wan biryar dabû ku seredana Bexdayê bikin û pirs û pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, ligel rayedarên Iraqê gotûbêj bikin.

Mesrûr Barzanî got jî: “Em îro ligel serokkomar, serokê parlamentoyê û hikumeta Iraqê civiyan. Têgiheştineke gelek baş hebû. Hemû ew tiştên ku pêwîst bûn bihên gotin ji aliyê şanda Herêma Kurdistanê ve hatin gotin.”

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Di pêşerojeke nêzîk de dê dest bi danûstandinê teknîkî bê kirin bo gengeşekirina wan miijaran.”

Hevdem Serokê Parlamentoya Iraqê Mehemed Helbûsî, pêzanînên xwe derbirî li ser serdana şanda Herêmê bo Bexdayê û ragehand: “Ev serdan giring bû bo nîşandana nêtpakiya Herêma Kurdistanê.”