Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Can Dost: Divê nivîskarên Kurd ji cîhanê re bêjin em serxwebûnê dixwazin

Ewropa-KDP.info- Nivîskar û wergêrê Rojavayê Kurdistanê Can Dost dibêje hewlên Serok Barzanî berdewam in ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li tevahiya perçeyên Kurdistanê û cîhanê. Herwiha dibêje, divê nivîskarên Kurd ji cîhanê re bêjin em serxwebûnê dixwazin.

Can Dost ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Berdewam Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî xwestiye ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê yekgirtî û yekrêz bin û li Rojava rewş aram be. Berdewam Serok Barzanî xema Rojavayê Kurdistanê dixwe û rêkeftinên Hewlêr û Duhok belge ne li ser vê gotinê. Lê mixabin ew rêkeftin ji aliyekî ve nehatin cîbicîkirin û niha tenê ew alî rêveberiya Rojava dike û her tişt xistiye destê xwe de û ev yek ne di berjewendiya Kurdan de ye û rewş wisa berdewam nabe.”

Can Dost hêvî dike ku hewlên Serok Barzanî ji bo jihevnêzîkbûna Kurdan berdewam bin û çareseriyek ji rewşa Rojavayê Kurdistanê re bê dîtin û Rojava ji wê tonêla tarî derkeve û Kurd bibin hevbeşê sereke li Sûriyê.

Wî rewşenbîrê Kurd derbarê rola Serok Barzanî wiha domand: “Serok Barzanî hiştiye ku pirsa Kurdî li cîhanê bibe pirseke navdewletî. Di referandumê de jî her kesî nas kir em çi dixwazin û pirsa Kurdî heye û ber bi kudê ve diçe, lewma jî ez piştrast im ku encamên referandumê dê di pêşerojeke nêzîk de derkevin.”

Can Dost wiha dibêje: “Serxwebûn mafê rewa yê her miletekî ye. Me Kurdan jî ti gunehek nekiriye û tenê me daxwaza mafê xwe kiriye. Dixwazim ji nivîskar û wêjevanên Kurd re bêjin pêwîst e hûn qelemên xwe bixin xizmeta serxwebûnê û bidestveanîna mafên gelê Kurd û ev armanca me ya pîroz be. Pêwîst e nivîskar û rewşenbîrên Kurd ji cîhanê re bêjin em serxwebûnê dixwazin.”