Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Elîko: Amerîka û Fransa ji bo rêkeftina ENKS û PYDê hewl didin

Duhok-KDP.info- Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Fûad Elîko dibêje, hewlên Amerîka û Fransa berdewam in ji bo rêkeftina ENKS û PYDê.

Fransa destpêşxeriyek kiriye bo jihevnêzîkbûna PYD û ENKS û heya niya hewlên rêkeftina herdû aliyên Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Derbarê wê yekê de, Fûad Elîko ji malpera KDP.info re ragihand: “Destpêşxeriya Fransa pêngaveke girîng e, lê nêta PYD ji bo rêkeftinê tune ye û hema hincetan derdixe. Em jî nakevin bin zexta wê de. Divê ew xwe yekalî bikin û pêngavnan ber bi me de bên.”

Elîko wiha got: “Bila di serî de girtiyên siyasî yên di zindanên xwe de azad bikin, da ku em jî zêdetir nêzîkî wan bibin. Ji bo rêkeftina bi PYDê re jî em bê garantî ti rêkeftinekê bi wan re nakin. Ti nêt û daxwazek ji bo rêkeftinê li cem PYDê tune ye.”