Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Konsulê Amerîka serdana mezarê nemiran li Barzan kir

Barzan-KDP.info- Şandeke Amerîka bi serokatiya Konsulê Amerêka li Herêma Kurdistanê Stîvin Feygin serdana mezarê nemiran li Barzan kir.

Konsulê Amerîka ji rojnamevanan re behsa armanca serdana xwe bo mezarê nemiran li Barzan kir û got ku mebest ji serdana wî ew bû ku ji nêzîk ve bibîne gelê Kurd bi giştî û mala Barzan bi taybetî çiqas zilm û zordarî dîtine li ser destê rêjîma berê ya Iraqê.

Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Konsulê Amerîka wiha got: “Pêşveçûneke baş di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de çêbûne. Hêvîdar im nêzîk Hewlêr û Bexdayê hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin.”