Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok BarzanĂ® beşdarĂ® li roja niştimaniya Fransa kir

Hewlêr-KDP.info- Êvariya roja yekşem 14.07.2019 li Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî beşdarî li 230. salvegera roja niştimaniya Fransa kir.

Li rêwresma ku ji aliyê Konsolxaneya Fransa li Hewlêrê ve hatibû rêkxistin, birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û hejmarekî ber bi çav ya berpirsên hikumî, hîzbî, konsol û nûnerên welatên biyanî amadebûn.

Li rêwresmê de her yek ji rêzdaran Dominic Mass Konsolê Fransa li Hewlêr û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê gotar pêşkêşî amadebûyan kirin.