Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê teqînên teroristiyên Kurdistana Sûriye şermezar kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da teqînên îro ya Kurdistana Sûriye şermezar kir ku eve jî naveroka wê ye:

Bi tundî wan kirdarên terorîstî şermezar dikîn ku îro li her sê bajarên Qamîşlo, Efrîn û Hesekê ya li Kurdistana Sûriye kir armanc û li encamê da zêdetirê panzdeh kes canê xwe ji dest dan û nêzîkî heftih kes jî birîndar bûn.

Pirse û serxweşiyê li malbat û kesukarên qurbaniyan dikîn hevsoz û hevxema wanîn, hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazîn.

Ew kirdarên teroristî wê rastiye eşkere dikin ku teror hê jî metirsiyekî rastîne û gefê li aramiya navçeyê û cîhanê dixwe, rûbirûbûna wê metirsiyê jî pêwîstî bi hemahengî û karê hemû aliyên navçeyî û navdewletî heye.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11/07/2019