Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Seroka Şaredariya Parîs: Spas ji bo Pêşmerge

Piştî civîna li gel Serok û Wezîrê Derve yên Fransayê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li gel Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo civiya.

Piştî civîna wan, Anne Hidalgo di konferanseke rojnamevanî de got: “Em welatê we hez dikin, min du caran serdana Hewlêrê kiriye, we li şûna me şerê DAIŞê kir, spas bo Pêşmerge, em li vir azad in.”

Anne Hidalgo herwiha diyar kir ku biryar e roja duşema bê, rêkeftineke hevahengiyê û pêkve karkirinê di navbera Hewlêr û Parîsê de were îmzekirin, bi rêya wê rêkeftinê peywendiyên aborî û çandî yên navbera Parîs û Hewlêrê werin pêşvebirin.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye: “Ez kêfxweş im ku min serdana Seroka Şaredariya Parîsê li ofîsa wê kir. Me behsa hevahengiya navbera Hewlêr û Parîsê kir. Ez dilxweş im ku dibînim hewldanên nûjenkirina Notre Dame bi başî birêve diçin, ev jî piştî wê yekê ku destpêka îsal agir beşeke wê şûnwara dîrokî wêran kir.”