Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK û YNKê Parêzgarê Kerkûkê diyar kirin

Silêmanî-KDP.info- PDKê û YNKê li ser Kerkûkê li hev kirin û li gor rêkeftina herdu aliyan Teyib Cebar dibe parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Îro polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê derbarê gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê û diyarkirina berbijêrekî hevbeş bo posta Parêzgarê Kerkûkê de civiyan.

Piştî civînê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed û Endamê Polîtboruya YNKê Hakim Qadir beşdarî di konferanseke rojnamevanî de kirin û biryara hevbeş a herdu aliyan derbarê Kerkûkê de aşkere kirin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed got, Teyib Cebar berbijêrê Lîsteya Birayetî ye û dê ne tenê nûneratiya kurdên Kerkûkê lê belê dê nûneratiya hemû pêkhateyên din ên Kerkûkê jî bike.

Mehmûd Mihemed û Hakim Qadir ragihandin ku di civîna îro de PDKê û YNKê li ser diyarkirina berbijêrekî hevbeş bo posta Parêzgarê Kerkûkê li hev kirine û dane xuyakirin, li gor rêkeftina herdu aliyan, bo posta Parêzgarê Kerkûkê, Teyib Cebar berbijêrê wan ê hevbeş e.