Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî ligel Macron civiya: Hevdîtineke gelekî serkeftî bû

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Koşka Elysee, amaje bi wê yekê kir hevdîtina wan gelek serkeftî derbas bûye û diyar kir ku wan Macron bo Herêma Kurdistanê vexwendine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendineke fermî îro serdana Fransayê kir û li Koşka Elysee ya li Parîsê, li gel Serokomarê wî welatî Emmanuel Macron hevdîtinek pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê, piştî hevdîtina li gel Macron, got ku wan hevdîtinek serkeftî encam dan.

Nêçîrvan Barzanî got, “Serok Macron piştî referandûmê di vekirina rêyên dîplomatîk ên li pêşiya Herêma Kurdistanê de roleke girîng leyîst. Ew li gor wê demê gaveke gelekî mezin bû. Bi saya wan hewldanan di hin kêşeyên li gel Bexdayê me rêyên çareseriyê dîtin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir piştî ku weke Serokê Herêma kurdistanê hat hilbijartin, ji aliyê Koşka Elyseeyê ve hat vexwendin û got, “Ji bo alîkariya wan a di çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê û piştevaniya di şerê li dijî DAIŞê û alîkariya bo awareyên li Kurdistanê, me careke din sipasiyên xwe pêşkêşî Serok Macron û Hikûmeta Fransayê kir. Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Fransayê de jî hatin gotûbêjkirin û me biryar da ku têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera herdu aliyan de bên bihêzkirin.”

Nêçîrvan Barzanî aşkere kir ku wan Serokê Fransayê Macron vexwend bo Kurdistanê û wî jî ev vexwendin bi erênî pêşwazî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî diyar jî kir ku Emmanuel Macron bi boneya pêkhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî û kêfxweşiya xwe aniye ziman.