Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikumeta Kurdistanê: Topbarana Îranê li ser Herêma Kurdistanê û êrîşa ser Pasdaran jî em dilgiran kirin

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê topbarana Îranê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û derbarê êrîşa ser çend endamên Supayê Pasdarên Îranê, daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Herêma Kurdistanê qet rê nade û bi ti awayekî jî qebûl nake sinûrên wê bihên bikaranîn bo têkdana ewlehiya welatên cîran, herwiha em daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê dikin topbaran navçeyên Herêma Kurdistanê rawestîne.
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

“Duhî Sêşema 9/7/2019 li devera Pîranşehir a hevsinûr li gel Herêma Kurdistanê, hêrişeke çekdarî li dijî çend endamên Supayê Pasdaran hat encamdan, û piştî wê yekê jî Komara Îslamî ya Îranê, deverên sinûrî yên nav axa Kurdistanê topbaran kirin, ku cihê mixabîniyê ye ji ber wê topbaranê di yek malbat de welatîyek şehîd bû û dû jî birîndar bûn. Herdû bûyer jî cihê dilgiranî û nerazîbûna me ne.

Em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê selmandî ye, ku ew li deverê fakter e ji bo aramiyê û rêzê li hevsînorî û cîrantiyê digire, û qet rê nade û bi ti awayekî jî qebûl nake sinûrên wê bihên bikaranîn bo têkdana ewlehiya welatên cîran û encamdana karên naberpirsane. Daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê dikin burdûmankirina deverê ragire û nebe egera nîgeranî û derbiderbûna xelkê wê deverê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

10.9.2019”