Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Encûmena Asayişa Kurdistanê bo PKK: Rêzê li serweriya me bigrin û şerê xwe ji me dûr bikin

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji PKKê dike dest ji Herêma Kurdistanê berde û dibêje, “Rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigrin û şerê xwe ji me dûr bikin, ji ber ku Kurdistaneke azad pêwîstiya wê bi azadkirinê tune ye.”

Di daxuyaniyekê de ku îro Sêşema 9ê Tîrmeha 2019 hatiye belavkirin, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Ragihand: “Di çend rojên bihûrî de hin medyayên nêzîkî PKKê, tometeke neheq û nerewa xistine histê dezgehên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê, ku qaşo destê wan dezgehan di kuştina serkirdeyekî wan de hebûye, mixabin çend dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê jî ji bo sûdên siyasî ew tometa bêbingeh belav kirine. Em weke Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, bi tevahî vê tometê red dikin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike: “Ev hewlên medyayî yên derew û çewaşeker nikarin vê rastiyê veşêrin ku hebûna PKKê bi vî awayê niha li hin navçeyên Herêma Kurdistanê, sedemeke sereke ye bo kişandina şer û nearamiyê bo nav Herêma Kurdistanê. Çendîn sal e jî ku hebûna PKK li navçeyên Herêma Kurdistanê rê li pêşiya avedankirina bêtir ji 800 gund û avahiyên Herêma Kurdistanê girtiye. Mixabin herî dawî jî çekdarên PKKê nêzîkî gund û avahiyên xelkê sivîl bûne û ji ber vê yekê jî welatiyên me yên sivîl bûne qurbaniyê pevçûnên navbera PKKê û Tirkiyê.”.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike: “Tevahiya sîstema îdarî ya Herêma Kurdistanê ku berpirs e di ber parastina ewlehiya welatiyên xwe de, li dijî vê siyaseta PKKê ye û em dixwazin ku ew pirsgirêk û kêşeya xwe bibin bo nav qada xwe ya rasteqîne. Herwiha em vê rastiyê jî dibêjin ku Kurdistaneke azad pêwîstiya wê bi azadkirinê tune ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hatiye: “Divê hemû alî rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa bigirin û berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê berçav bigrin. Hevdem em dixwazin ku hemû hêzên li navçeyê rêya aştiyane û gotûbêjê hilbijêrin û dawî li xwînrijandinê bînin.”