Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandarê Pêşmergeyên Roj: PYD bêçare ye divê her me qebûl bikin

Duhok-KDP.info- Fermandarê Pêşmergeyên Roj dibêje ew hêzek in ku di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûn lê PYD rêgir e ji vegera wan re bo Rojavayê Kurdistanê, lê PYD bêçare ye divê her hêza wan qebûl bike.

Fermandarê Pêşmergeyên Roj Mihemed Receb ji malpera KDP.info re ragihand: “PYD xeletiyeke mezin kir dema Pêşmergeyên Roj qebûl nekir. Me ti carî negotiye em bedîl in ji PYDê re. Em dibêjin em û PYD bo hev re Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Ji ber şaşîtiya wan jî beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê ku Efrîn e, ji dest çûye.”

Mihemed Receb wiha got: “Amerîka navbeynkarî kir di navbera PYD û ENKSê de ji bo çûna Hêzên Pêşmergeyên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê lê PYD ew yek qebûl nekir. Me jî qebûl nedikir ku em biçin û bikevin bin destê wan de. Me dixwest ku em bi hevre kar bikin ji bo axa Rojavayê Kurdistanê.”

Receb wiha domand: “Me qebûl nedikir ku em biçin Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina axa Dêra Zorê û Reqa, hizra me cuda bû. Lê gelek xalên hevbeş jî di navbera me de hebûn lê wan hertişt têk da.”

Wî fermandarê Pêşmergeyên Roj ragihand: “Îro be yan sibe be, emê her vegerin Rojavayê Kurdistanê. Em naxwazin bi şer biçin Rojavayê Kurdistanê û PYD bêçare ye û divê her me qebûl bike. Em hemû zarokê Rojavayê Kurdistanê ne,”